Davutoglu Red Dike ku Tirkîye Têkeve Nav Axa Sûrîyê

Serokwezîrê Tirkîyê Ahmet Davutoglu raportên medyayî red dike û dibêje, plana wan tuneye ku di demeke nêzîk de têkevin nav axa Sûrîyê û herêmeke ewle li wê derê ava bikin.

"Divê ti kes çaverê neke ku Tirkîye sibe yan di demeke nêzîk de têkeve Sûrîyê. Tiştên wiha bê bingeh in,” Davutoglu di bernameyeke televîzyona Kanal 7 de got.

Davutoglu got, di şert û mercên heyî de maytekirineke (mudaxele) leşkerî ya yekalî ne pêkan e, lê eger gefeke girîng li ser ewlehîya Tirkîyê çêbe, ewê demûdest bersîva wê yekê bidin.

Ew çend roj in di medya Tirkî de nûçeyên curbicur derdikevin ku hikûmeta wî welatî amadekarî dike ku leşkerên xwe bişîne Sûrîyê û rê li ber pêşdeçûna Kurdan bigire.

Hêjayî bîrxistinê ye şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi piştgirîya êrîşên esmanî yên koalîsyona navnetewî, hefteya borî bajarê Girêspî ji destê DAIŞê standibû û ew yek jî hikûmeta Tirkîyê pir eciz kiribû.