Dadgeha Tirk Sizayê Zîndanê Da Siyasetvana Kurd Semra Guzel

Semra Guzel Parlementera HDPê ya Amed/Diyarbekirê

Polîsê Stenbolê û parêzerê Semra Guzelê gotin ku dadgeheke Tirkîyê bi tawana terorîzmê biryara zindankirina pêşwext ya parlementera alîgirê Kurd daye, lê partiya wê ev girtin ne rewa û ne exlaqî bi nav kir.

Parlamentera Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) Semra Guzel di meha Adarê de piştî ku wêneyên wê yên çend sal berê ligel şerwanekî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li ser medyaya Tirkiyê belav bûn, parêzbendiya wê ya parlamenteriyê hat rakirin. Paşê bi hinceta endamtiya rêxistina terorê biryara girtina wê hat dayîn.

Polîsê Stenbolê got, li ser daxwaza dozger Guzel roja Înê li Stenbolê hatîye desteser kirin û dadgehê roja Şemiyê biryara girtina wê da.

Parêzerê Guzel Veysî Eskî diyar kir ku tawanên li ser Guzelê bêbingeh e û ev weke berdewamiya 'operasyonên qirkirina siyasî' yên li dijî HDP'ê bi nav kir.

HDP'ê di daxuyaniya xwe ya berê biryara dadgehê da got, "Parlamentera me bi awayekî bêexlaqî hatîye desteser kirin; hikûmet vê yekê bi zimanekî nebaş û kirêt dike mijara propagandayê û ew jî lewazîya partîya desthilat nîşan dide".

AK Partî ya Serok Tayyîp Erdogan û hevalbendên wê yên nîjatperest gelek caran HDPê wek baskê siyasî yê PKKê tawanbar dikin. Di van salên dawîyê de bi hezaran endamên HDPê ji ber tawanên bi heman rengî hatin darizandin.

Lê HDP her pêwendiya digel terorê red dike.

Vê jî bixwîne:

Parlementera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel li Stenbolê Hat Girtin