Kurtulmuş bo Gotûbêjên ser Komîteyên Şopandina Pêvajoyê Serdana Partîyan Dike

Serokê Parlemana Tirkîyê Numan Kurtulmuş

Serokê Parlemana Tirkîyê Numan Kurtulmuş jibo danûstandinên ser komîsyona şopandina pêvajoya "Tirkîyeya Bê Teror" dest bi serdana partîyan kir.

Kurtulmuş îro Sêşemê bi Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu re civîya. Derbarê civîna Kurtulmuş û Kiliçdaroglu ti daxuyanî nehat dayîn.

Seroktîya Parlemana Tirkîyê ragihand ku Kurtulmuş sibe Çarşemê jî serdana Partîya Wekhevî û Demokasî ya Gelan (DEM Partî), Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP) û Partîya Tevgera Neteweparêz (MHP) dike.

Jêderên AKP û MHP’ê dibêjin pêvajoya "Tirkîyeya Bê Teror" bêrawestan dimeşe, lê karbidestên DEM Partî dibêjin rewşa rojên dawî fikaran çêdike.

Hevserokê DEM Partî Tuncer Bakirhan di hevpeyvînekê de ligel rojnameya Independent Turkçe, ku îro Sêşemê hat weşandin, got ku dadgehên Tirkîyê cezayên ser sîyasetvanan didomînin.

Bakirhan dîyar kir ku li parlemana Tirkîyê hêvîya aştîyê çêbûye, hêvîyê bandor li meclîsê kiriye, lê ew hêvî negihiştiye endamên dezgehên darizandinê.

Wî bal kişand ku hin endamên emnîyet û dadgehan bi kiryarên xwe ziyanê didin pêvajoyê û got ku ew meraq dikin û dipirsin ka desthilatê hay ji wan kiryaran heye yan ne.

Serokê DEM Partî da zanîn ku hin alî dixwazin bi provokasyonê danûstandinên aştîyê rawestînin û dîyar kir ku ewê rê nedin wan.