Tirkîyê, Siûdî û Pakistan Sibê li ser Peymana Mekkeyê Yekem Civîna Xwe li Dar Dixin

Çavkaniyek ji Wezareta Derve ya Tirkîyê got ku berpirsên payebilind ên Tirkîyê, Erebistana Siûdî û Pakistanê dê sibê roja Duşemê li Stenbolê ji bo civîna yekem a komîteya hevbeş a ku di çarçoveya peymana parastina hevbeş a vê mehê de hatiye îmzekirin dê kom bibin.

Li gor ajansa Reuters'ê, çavkanîya Wezareta Derve ya Tirkîyê got ku wezîrên derve û berevanîyê û serokên fermandariyên her sê welatan dê beşdarî civîna Stenbolê bibin.

Çavkanî dibêje, "Mijarên ewlehiya navneteweyî dê di rojevê de bin," û tê çaverêkirin ku danûstandin li ser xurtkirina şiyanên parastinê û hevahengiya di navbera hêzên çekdar de, û her weha xurtkirina hevkariya di warê pîşesaziya berevanîyê de, di nav de hilberîn û pêşkeftina hevbeş, gotûbêj dê ên kirin.

Hêjayî gotinê ye ku her sê welatan di 7ê Tebaxê de "Peymana Mekkeyê ji bo Parastina Hevbeş" îmze kirin, ji ber ku hevalbendên Amerîkayê nîgeranîya xwe li ser kiryarên Îranê û nakokiya herêmî anîn zimanî

Îran bi domdarî bi mûşek û dronan êrîşî welatên Kendavê dike.

Tirkîye ku xwediya duyemîn artêşa herî mezin a NATOyê ye gotibû ku peymana bi Pakistana xwedî çekên navokî û Erebistana Siûdî, ku mezintirîn hinardekara petrolê ya li cîhanê ye, he weha Mis ku xwedî bandore li herêmê dikare tevlî peymanê bibe.

Serokê Amerîkayê Donald Trump ev peyman wekî “gaveke yekem a mezin, wêrek û girîng” binav kir û got ku ev peyman nîşan dide çawa Rojhilata Navîn dest bi yekbûnê kiriye.