Li gorî Hêzên Sûriya Demokratîk û hikûmeta Amerîkî, DAIŞ ketiyê rojên xwe yên dawî û nuha bi tenê li bajarokê Baxozê dorpêç mane.
Bi sedan ji malbat û çekdarên DAIŞê xwe radestê Hêzên Sûriya Demokratîk dikin. Serokê Amerîka Donald Trump daxwaz ji welatên Erwrupî kir ku welatiyên xwe yên tevlî DAIŞ bûne wergirin û wan dadgeh bikin.
Çareserkirina vê pirsgirêkê ne asan e û hîna zelal nebûye. Peyvdarê Encûmena Sûriya Demokratîk Emced Osman, bû mêvanê vê xelekê ji bernama Tîrêj, da ku rewşa heyî ron û zelal bike.
AMJAD OTHMAN
Ji aliyekî din ve jî, Amerîka ragîhand ku wê 200 ji leşkerên xwe li herêmên kurdî li Sûriyê bihêle piştî vekêşana wê, ji bo parastina alîgirên wê di herêmê de. Lê rewşa tevgera siyasî ya Kurdî li Sûriyê rastî kêşeyên mezin dibe û gef û metirsîna welatên herêmê dibe. Gelo tevgera kurdî li Sûriya çawa xwe amade dike piştî têkçûna DAIŞê?
Your browser doesn’t support HTML5
Bernama Tîrêj- Emced Osman-2-23-2019-LA.wav