Îmarat: Di 48 Demjimêran de 6 Dron Hatin Pûçkirin

Wezareta Berevanîya Mîrgehên Ereb ên Yekbûyî (Îmarat) îro Sêşemê ragihand ku di 48 demjimêrên borî de berevanîya esmanî ya Îmaratê şeş dron pûç kirin.

Wezaretê li ser platforma X'ê got ku vekolîna li ser êrîşa li ser sentrala navokî ya Beraka berdewam dike. Di 17'ê Gulanê de sê dron ji axa Îraqê hatibûn avêtin û ew navend kiribû armanc. Berevanîya esmanî du ji wan dronan xistibû, lê ya sêyemîn li jeneratoreke elektrîkê ya li derveyî sentralê xistibû.

Di van êrîşên dronan de ti kes nehatîye kuştin ne jî birîndar bûye, wezaretê ragihand.

Wezaretê tekez kir ku mafê Îmaratê heye ku xwe biparêze. Wê herwiha got ku artêşa wan amade ye li dijî her metirsîyekê welat biparêze.

Tevî agirbesta di navbera Amerîka û Îranê de, Îran û komên girêdayî wê berdewam êrîşî herêmê dikin.