Karbidestekî Îmaratî Dibêje Dibe Ew Beşdarî Parastina Tengava Hormuzê Bibin

Karbidestekî payebilind ê Mîrgehên Ereb ên Yekbûyî (Îmarat) dibêje ku dibe welatê wî tevlî hewlên bi serkêşîya Amerîkayê bibe ji bo parastina Tengava Hormuzê, tevî ku wî da zanîn ku hîn rêkeftin ser planeke fermî nehatiye kirin.

Enwer Gergaş, rawêjkarê diplomatîk ê serokê Îmaratê, îro Sêşemê got ku "me hemû berpirsyarî heye ku tevgera bazirganîyê û enerjîyê misoger bikin."

Gergaş herwiha got ku dema operasyonên Amerîka û Îsraîlê li dijî rejîma Îranê bidawî bibe, dê pêdivî bo lihevhatinekê hebe ji bo were misogerkirin ku Îran nikaribe bernameyên xwe yên navokî, dron û mûşekî bo "terorîzekirina herêmê" bikar bîne.

Li dema ku rejîma Îranê tevger û çûnûhatina bazirganî di Tengava Hormuzê de asteng dike, Serokê Amerîkayê Donald Trump hewl dide ku çend welat keştîyên xwe yên şer bişînin deverê da ku ligel tankerên neftê di tengava stratejîk re biçin.

Tê zanîn ku dora 20% ji nefta cîhanê di vê rêka deryayî re derbas dibe.