Îran Dîsa bi Mûşek û Dronan Êrîşî Îmaratê Dike

Wezareta Berevanîya Mîrgehên Ereb ên Yekbûyî (Îmarat) îro Sêşemê ragihand ku rejîma Îranê careke din bi mûşek û dronan êrîşî wan kirîye.

Wezaretê li ser platforma X'ê got ku sîstema berevanîya esmanî ya welêt li dijî van êrîşan di nav tevgerê de ye.

Wezaretê diyar kir ku ew dengên li herêmên cuda tên bihîstin, dengê sîstema berevanîya esmanî ye ku rê li ber mûşek û dronên Îranê digire.

Îmaratê roja Duşemê jî ragihand ku Îranê çar mûşek avêtin wî welatî û sîstema berevanîyê sê mûşek pûç kirine û ya çaran jî ketîye nav avê.

Li alîyekî din, hat ragihandin ku roja Duşemê, ji ber êrîşeke dronan a Îranê li devera Fuceyrayê li navçeyeke petrolê agir derketîye û sê kes birîndar bûne.

Îranê heta niha berpirsîyarîya van êrîşan negirtîye ser xwe, lê gelek welatên cîhanê nerazîbûneke mezin hember van kiryaran nîşan didin.