Berevanîya Esmanî ya Îmaratê 7 Mûşekên Balistîk û 16 Dronan Têk Dibe

Wezareta berevanîya Mîrgehên Ereb ên Yekbûyî(Îmarat) îro ragihand ku sîstemên parastina esmanî ya Îmarat di 23'ê Adara 2026'an de 7 mûşekên balîstîk û 16 dronên ku ji Îranê ve hatine avêtin têk birine.

Wezaretê li ser platforma X’ê got ku ji destpêka êrîşên Îranê ve, berevanîya esmanî ya Îmaratê 352 mûşekên balîstîk, 15 mûşekên krûz û 1789 dron têk birine.

“Di encama van êrîşan de 2 endamên hêzên çekdar dema ku erkê xwe yê neteweyî pêk dianîn hatin kuştin, û her wiha 6 kesên ji neteweyên Pakistanî, Nîpalî, Bangladişî û Filistînî mirine,” Wezaretê got.

Wezareta Îmaratî di dirêjiya daxuyanîya xwe de anî ziman ku “bi tevahî 161 kes jî birîndar bûn, birînên wan ji sivik heta navîn û giran bûn. Di nav birîndaran de welatiyên Îmaratê, Misir, Sûdan, Etiyopya, Fîlîpîn, Pakistan, Îran, Hindistan, Bangladeş, Srî Lanka, Azerbaycan, Yemen, Uganda, Erîtrea, Libnan, Afganistan, Behrêyn, Komor, Tirkîyê, Îraq, Nepal, Nîjerya, Oman, Urdun, Filistîn, Gana, Endonîsya, Swêd û Tunisê hebûn.”

“Wezareta Berevaniyê tekez kir ku ew bi tevahî amade ye ku bi her gefê re mijûl bibe, û ew ê bi tundî li hember her hewldanek ji bo têkbirina ewlehîya dewletê bi awayekî ku parastina serwerî, ewlehî û aramîya wê û parastina berjewendî û şîyanên wê yên neteweyî misoger bike, bisekine,” Wê got.