Serokwezîrê Brîtanyayê ser Şewata Kenîşteyekê li Londonê Hişdarîyê Dide Îranê

Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer

Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer hişyarîyeke rasterast da Îranê û got, ku her hewldanek ji bo handana tundûtûjî, nefret yan parçekirina civaka Brîtanî “derfeta wê tuneye.”

Starmer îro Sêşemê di civînekê de li Ofîsa Serokwezîr ligel rêberên civaka Cihûyan, karbidestên hikûmetê û polîsan got ku yek ji mijarên sereke yên vekolînê ew bû ka welatekî biyanî li pişt hin êrîşên dawî yên li ser civaka Cihûyan a Brîtanyayê ye an na.

Wî tekez kir ku hikûmet hemû egeran dinirxîne û eger rola hikûmeteke biyanî were piştraskirin, ev kiryar dê “encamên” xwe hebin.

Di heman demê de, polîsê Brîtanî yê dijî terorê ragihand ku ew li ser bûyera şewitandinê li kenîşteyekê li rojhilatê Londonê vekolînan dikin.

Ev bûyer piştî hejmareke êrîşên şewitandinê yên li dijî cihên Cihûyan li Londonê di hefteyên dawî de tê.

Roja Duşemê, polîsên Brîtanî ragihand ku wan mêrekî 46 salî û jineke 38 salî girtine, di çarçoveya peywendîya wan bi êrîşeke şewitandinê ya li ser dîwarekî bîranînan li devereke bakurê Londonê ku civateke mezin a Cihûyan lê dijî.

Polîs di daxuyanîyekê de got ku wêneyên xwepêşanderên Îranê yên meha Çileya borî hatibûn kuştin li ser dîwar bûn.

Polîsê Brîtanî ragihand ku ew li ser egera têkilîyeke di navbera Îranê û van êrîşên şewitandinê de dikin.

Ji dema destpêka van êrîşa li meha Adarê, ji ber bûyerên wisa bi tevahî 30 kes hatine girtin û neh kes jî hatine tawanbarkirin.