Wezîra Derve Ya Brîtanyayê Yvette Cooper daxwaza “çareserîyeke bilez” derbarê şerê Rojhilata Navîn dike û Îranê bi dîlkirina aborîya cîhanê piştî girtina Tengava Hormuzê tawanbar kir.
Li alîyekî kombûnên Grûpa 7 (G7) li Fransayê, Cooper bi tundî rexne li kiryarên rêjîma Îranê li ser girtina rîya deryayî kir û got: “Em bi zelalî tekezî li ser çareserîyeke bilez ji bo vê nakokîyê dikin, ku careke din aramîyê vegerîne herêmê."
Wezîra Derve ya Brîtanyayê herwiha diyar kir ku “bi rastî, divê destûr neyê dayîn ku Îran bi girtina Tengava Hormuzê, ku ji bo gemîvanîya navneteweyî pir girîng e, aborîya cîhanî dîl bigire."
Axaftinên karbidesta Brîtanî di demekê tên ku Îran tevgera deryayî li Tengava Hormuzê asteng dike û nahêle ku keştîyên bazirganî di wir re derbas bibe. Dora %20 ji şandina petrola cîhanê û keştîyên bazirganî di tengava stratejîk re derbas dibin.