Hikûmeta Brîtanyayê ragihand ku ewê sîstema berevanîya asmanî ya Rapid Sentry bişîne Kuweytê da ku berjewendiyên Brîtanî û Kuweytê li Kendavê biparêze.
Berdevkê Ofîsa Serokwezîr got Keir Starmer di hevdîtinekê de ligel Serokê Kuweytê Miş'el Ehmed Al Sebah behsa danîna sîstemê kir.
Ev gav tê piştî êrîşeke dronan a rejîma Îranê li ser parzûngeheke pertolê ya Kuweytê tê.
Berdevkê Ofîsa Serokwezîr got: "Serokwezîrê Brîtanî yekem êrîşa şeva borî ya li dijî parzûngeha petrolê ya Kuweytê şermezar kir û dubare kir ku Brîtanya ligel Kuweyt û hemû hevalbendên me yên li Kendavê ye."
Ji destpêka operasyona leşkerî ya Amerîka û Îsraîlê ve, rejîma Îranê bi awayekî rojane welatên herêmê dike armanc.