Brîtanya roja Şemîyê ragihand ku ew keştîyeke xwe ya cengê dişîne Rojhilata Navîn bo amadekarîyên hewldaneke pêkan bo parastina keştîvanîyê li Tengava Hormuzê.
Keştîya HMS Dragon, ku berevanîya esmanî tê de ye, meha Adarê hatibû şandin Rojhilatê Deryaya Sipî, demeke kurt piştî destpêka şerê Îranê, bi mebesta berevanîya Qibrisê.
Veguhestina HMS Dragon bo Rojhilata Navîn tê piştî ku Fransa jî hefteya borî keştîyeke firokhilgir şand başûrê Deryaya Sor. Ev yek di demekê de ye ku herdu welat bi hev re ji bo planeke berevanî kar dikin bi armanca aramkirina rêka bazirganî.
Berdevkekî Wezareta Berevanîya Brîtanyayê got: "Bicihkirina HMS Dragon beşek e ji planeke aqilmend ku dê piştrast bike Brîtanya amade ye, wekî beşek ji koalisyoneke pirnetewî bi serkêşîya Brîtanya û Fransayê, bo parastina Tengavê dema ku merc rê bidin."
Di demekê de ku Amerîka li benda bersiva Îranê ye derbarê pêşniyareke Amerîkayê bo dawîkirina şer, Fransa û Brîtanya bi hev re kar dikin ku pêşniyarekê amade bikin bi mebesta misogerkirina veguhestineke ewle di Tengava Hormuzê re.