Ukraynî Bawer Nakin ku Putin Wê Çekên Navokî Bixebitîne

UKRAINE-CRISIS/BRITAIN-DEFENCE

Wezîrê Berevanî yê Ukrayna Oleksiy cîro Çarşemê got ku ew bawer nake ku Serokê Rûsya Vladimir Putin çekên navokî bi kar bîne.

Putin çend caran da zanîn ku ew dikarin bo berevanîyê hemî çekên hewce bixebitînin.

Pisporên cengê yên welatên Rojava dibêjin jiber ku Rûsya di şerê li Ukrayna de hîn mîna ku xwestiye bi ser neketiye dikare bo taktîkê çekên navokî bi kar bîne.

Reznikov li ser pirsa derbarê fikarên ser karanîna çekên navokî dîyar kir ku li gor nêrîna wî ya şexsî ewê Putin çekên navokî nexebitîne.

Hêjayî balkişandinê ye, Rûsya di demên dawî de pirtir bi dronan êrîşan dibe ser bajrên Ukrayna û zararê dide binesazîyên wan.

Ukrayna li hember êrîşên dronî bang li welatên Rojava dike ku bo xurtkirina berevanîya esmên alîkarîyê bidin Kîevê.