Romanya Red Dike ku Drona Rûsî li Nava Axa Wê Ketiye

Ukrayna îro Duşemê îdia kir ku dronên Rûsî, ku binesazya wê ya li Çemê Tuna (Danube) kiribûn armanc, ketin nava axa Romanya û li wire peqîna.

Wezareta Derve ya Ukranî got ku bûyer nîşan dide ku Rûsya endamên NATO jî d nav de, ji hemî cîranên me re gefan çêdike.

Lê, Wezareta Derve ya Romanî îdiaya Ukrayna bi zelalî red kir û got ew qet nebûne armanca êrîşeke Rûsî.

"Wezareta Derve ya Romanî agahîya ku di bîragiştî te de belav bûye bi zelalî red dike ku şeva borî di dronên Rûsî ketine nava axa Romanya. Ti car êrîşa Rûsî hember ax yan avên netewî yên Romanî gefên rasterest çênekiriye,” daxuyanîya fermî ya Romanyayî got.

Hêjayî balkişandinê ye ku bendavên Ukraynî yên ser Çemê Tuna jibo derfirotina dexilûdanên Kîevê gelek girîng in û êrîşa Rûsî berî hevîdtina Serokê Rûsî Putin û yê Tirk Erdogan tê.