Zelenskyy: Pir Girîng e ku Amerîka Destûra Veguhestina Sîstemên Patriot Bide

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky y bang li Amerîkayê kir ku destûra veguhestina mûşekên sîstemên Patriot bide, piştî ku di encama êrîşeke droneke Rûsyayê de li bajarokê Dîmerê yê ser bi herêma Kîevê ve beşek ji avahiyeke niştecihbûnê hilweşiya û herî kêm 14 kes di bin kavilan de winda bûn.

Zelensky îro Yekşemê li ser platforma X'ê ragihand ku ji sibehê ve li Dîmerê operasyoneke lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dike û got: "Ez spasîya tîmên me yên bersivdana bilez dikim ji bo karê wan ê lezgîn; heta niha neh kes hatine rizgarkirin û agir hatiye kontrolkirin, lê mixabin, dibe ku hîn kes di bin kavilan de asê mabin . 14 kes hîn di lîsteya windayan de ne. Hemû xizmetguzarîyên pêwîst li cihê bûyerê dixebitin."

Wî her wiha diyar kir ku zarokek jî di êrîşeke Rûsyayê ya bi bombeyên esmanî yên arastekirî li ser avahîyên niştecihbûnê yên li Zaporîjyayê birîndar bûye.

Li gorî daxuyanîya Zelenskyy, bi giştî di vê hefteyê de 20 herêmên Ukraynayê bûne armanca êrîşên Rûsyayê, ku tê de nêzîkî 2,700 dron, dora 1,460 bombeyên esmanî û 165 mûşekên ji cureyên cuda hatine avêtin.

Zelenskyy destnîşan kir ku hejmareke berçav ji wan mûşekên balîstîk bûne, di nav de mûşekên Koreya Bakur jî, ku Rûsya bi berdewamî alîkarîya Pyongyangê dike ji bo pêşxistin û zêdekirina rastbûna lêdana wan.

Serokê Ukraynayê got: "Li hember vê rewşê, têgihîştina sedema paşketina şandina mûşekên rêgir ên dijî-balîstîk bo Ukraynayê gelekî dijwar e. Divê em berevanîya xwe xurt bikin. Pir girîng e ku Amerîka destûra veguhestina mûşekên sîstemên Patriot bide, yên ku hevkarên me berê di çarçoveya PURL'ê de pereyê wan dane. Herwiha girîng e ku piştgirîya darayî ya ji bo bernameya PURL'ê berdewam bike, ku ew çavkanîya me ya sereke ya mûşekên dijî-balîstîk e. Spas ji bo her kesê ku di vî warî de alîkarî dike."

Bernameya PURL'ê (ku kurtiya Prioritized Ukraine Requirements List) e tê wateya Lîsteya Pêdivîyên Pêşîn ên Ukraynayê) ku bi rêya wê hevkarên Ewropî pereyên çekên Amerîkî didin.