Zelensky Êrîşa ser Keştîyên Îranê li Deryaya Qezwînê Ragihand

The yellow area indicates the approximate drainage area around the Caspian Sea.

Serokê Ukraynayê ragihand ku hêzên welatê wî di êrîşên yên dûr-mewda de li Deryaya Xezerê (Qezwînê) keştîyên ku ji bo veguhestina barên leşkerî yên Îranê tên bikaranîn, armanc girtin.

Volodymyr Zelensky îro Şemîyê li ser platforma X'ê ragihand ku êrîşan "encamên pir girîng" bidestxistin, herwiha keştîyeke şer a Rûsyayê jî hate armanc kirin.

Zelensky hûrgilîyên din neda û Rûsyayê jî bersiv nedaye.

Deryaya Xezerê rêya serekî ya veguhestina barhilgirên leşkerî yên di navbera Îran û Rûsyayê de ye.

Amerîka di vê deryayê de ti hebûneke leşkerî tune ye û ne jî dikare keştîyên gumanbar kontrol bike.

Di Tebaxa 2025'an de dema ku dron û mûşekên Şahid-136 ji Îranê ber bi Rûsyayê ve dihatin şandin, ew rastî êrîşên Ukraynayê hatin.