Ukrayna li Navenda Petrolê ya Bajarê Saint Petersburgê li Rûsyayê Dixe

Dîmenek piştî êrîşa dronî ya Ukrayna li ser binesaziya petrolê, li Saint Petersburg, Rûsya, 3’ê Tîrmeha 2026’an.

Karbidestên Rûsyayê îro Şemîyê ragihand ku Ukraynayê êrîşeke dronî birîye ser navendeke petrolê ya li bajarê Petersburgê, di demekê de ku Kîev bombebarankirina ser binesazîya petrolê ya Rûsyayê didomîne.

Parêzgarê Petersburgê, Alexander Beglov, dîyar kir ku di êrîşê de herêma Kirovsky ya Petersburgê hatîye armanckirin.

Beglov hevdem eşkere kir ku sîstema esmanî ya Rûsî li seranserê Petersburgê û herêma derdorê 72 dronên Ukraynî xistine xwarê.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy êrîş wekî beşek ji "cezakirina bi dûr-menzîl" yên dijî Rûsyayê binav kir.

Zelenskyy got ku hêzên Ukraynî li navendeke leşkerî ya li girava Kronstadt, li nêzîkî beravên St. Petersburgê jî xistine.

"Hêzên beravanîya Ukrayna li binesazîya petrolê ya bendergehê xistin, ku ji bo şerê Rûsyayê pere qezenc dike, û her wiha li Kronstadtê jî - ku armanceke girîng ya leşkerî ye jî kirin armanc," wî di postekê de li ser Telegramê got.

Hêjayî bal kişandinê ye ku jiber êrîşên Ukrayna li ser navendên enerjîyê yên li Rûsya krîzeke sotemeniyê rûdaye û zexta siyasî ya li ser Kremlinê zêde bûye.

Serokê Rûsya Vladimîr Putin van êrîşên Kîevê wekî "ne girîng" pênase dike û bi dubarekî dibêje ku heta bidestxistina armancên xwe wê şerê lî Ukraynayê bidomîne.

Roja Înê Putin serdana bingeheke leşkerî ya Rûsî kir ku şerê li Ukrayna li wir tê rêvebirin û bîdestxîstîna bajarê Kostyantynivka agahîyên dawî wergirt, ku şerên dijwar yên kolanan bi hefteyan berdewam kiribû.

Wî bidestxitina Kostyantynivka mîna gaveke girîng bi nav kir jibo pêşdeçûna hêzên Rûsî ber bi bajarên Sloviansk û Kramatorsk, kelehên serekî yên herêma Donetskê de ku di destê Ukrayna de mane.

Lê Zelenskyy red kir ku Rûsyayê kontrola bajêr kiriye.

"Ev tenê derewek din ya Rûsya ye, hewlek jibo afirandina çîrokek nûçeyan e," wî roja Şemîyê li ser medyaya civakî nivîsî.