Ukrayna Dibêje Hêzên Wê li Gor Planê Dijî Hêzên Rûsî Pêşve Diçin

Ukrayna ragihand ku hêzên wê êrîşên hêzên Rûsî yên li Kupiansk û Lyman yên li rojhilata welêt rawestandine û li başûr pêş ketine.

Cîgira Wezîrê Berevanî yê Ukrayna Hanna Maliar dîyar kir ku li Kupiask û Lyman pevçûnên giran çêbûne û di dawîyê de leşkerên wan hêzên dijmin rawestandine.

Rûsya di Sibata 2022’an de dest bi dagirkirina Ukrayna kir ku hêzên Ukraynî di demên dawî de dibêjin ku ew axên xwe jinûve ji destê hêzên Rûsî derdixin.

Li başûr û li rojhilata Ukrayna hîn jî axên berfireh di destê hêzên Rûsî de û hêzên Ukraynî heta niha jî negihiştine wan xetên berevanîyê yên serekî.

Maliar dîyar kir ku wan hîn derba giran li hêzên dijmin nexistiye û got ku ew qonax bi qonax pêşve diçin.

Wê got ku ew li gor plan û pozîsyonan pêşve diçin û ne hewce ye ku ew li bendê bin ku operasyon bi lezgînî bimeşin.

Jêder: Reuters