Serokê Ukraynayê: Li Goristanan Qurbanîyên Îşkencekirî Hene 

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy roja Înê got, vekolerên ku di nav herêmeke goristana komî ya li Ukraynayê de lêkolînê dikin, belge dîtine ku hinek ji kuştiyan hatine îşkencekirin, di nav de termên bi lingên şikestî û bendik li dora stûyê wan da hene.

Cihê ku li nêzîkî bakurê rojhilatê bajarê Iziumê ye, ku vê dawiyê ji hêzên Rûsî hatîye rizgarkirin, dîyar dike ku yek ji mezintirîn goristana komî ye ku li Ukraynayê hatine dîtin.

Zelenskyy got ku bi sedan mezin û zarok û her wiha leşker, li nêzîkî goristana Pishchanske ya Izium hatine dîtin, piştî ku hatin êşkencekirin, gulebarankirin an jî hatine kuştin ji ber topbaranê.

Wî amaje bi belgeyên hovîtiyê kir, wekî termên bendik li stûyê wan û bi destên şikestî. Li gorî serokê lêkolînên polîsên Kharkiv Serhiy Bohdan, û komîserê Ukraynayê ji bo mafên mirovan, Dmytro Lubinets, di nîşanek din ya îşkenceya pêkan de, zilamekî destên wî girêdayî hatîye dîtin.

Karbidestên Ukraynayê hişyarî dan ku lêpirsîna wan nû dest pê dike, û dibe ku hejmara kuştîyan bi rengek berbiçav zêde bibe.

Çavkanî: AP