Norwîc dê 9.2 Milyar Dolar Alîkarî Bide Ukraynayê

Hikûmeta Norwêcê roja Yekşemê 23'ê Tebaxê di daxuyanîyeke xwe de ragihand ku ew plan dike di sala 2027 de 85 milyar kronên Norwêcî, nêzî 9.2 milyar dolar, piştgirîya aborî ji Ukraynayê re bike.

Li gorî ajansa Reuters pereyên ku Norwêc plan dike di sala 2027'an de bide Ukraynayê heman mîqdara dravî ye ku sala 2026'an weke piştştgîrî daye wî welatî ku li gel Rûsyayê di şerekî dijwar de ye.

Serokwezîrê Norwêcê Jonas Gahr Store û rêberên hin welatên Bakurê Ewropayê û welatên Baltîkê îro Yekşemê serdana Kîevê dikin da ku piştgirîya xwe ji Ukraynayê re nîşan bidin.

Store got ku pere dê ji bo armancên leşkerî û mirovahî were bikaranîn û tekez kir ku piştgirtin û nûavakirina Ukraynayê "weberhênanek e di ewlehîya Ewropayê de."

Hêjayî gotinê ye ku, şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de berdewam dike û herdu alî êrîşên bi dronan li ser binesazîya aborî ya hev zêde kirine.