Kushner û Witkoff Piştî Hevdîtinên Ebu Dabî dê Herin Mosko û Dublinê

Nûnerên Amerîkayê, Steve Witkoff û Jared Kushner, wê roja Pêncşemê li Moskoyê, paytexta Rûsyayê, bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re bicivin.

Kushner îro Çarşemê ragihand ku piştî vê hevdîtinê, ewê rasterast herin Dublinê, paytexta Îrlendayê, da ku bi Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy re jî hevdîtinekê bikin.

Kushner herwiha anî ziman ku hevdîtinên sêalî yên li Ebu Dabî, paytexta Mîrgehên Yekbûyî ên Ereb, "gaveke yekem a baş e."

Piştî danûstandinên durojî yên li Ebu Dabî yê, Rûsya û Ukrayna li ser guhartina girtîyan a di asteke berfireh de li hev kirin. Tê pêşbînîkirin ku ev guhartina dîlan di nav du hefteyên pêş de pêk bê.

Ev danûstandinên durojî ku di bin navbeynkarîya Amerîkayê de hatin kirin, piştî demeke dirêj bûn yekemîn hevdîtina rûbirû di navbera şandeyên Rûsya û Ukraynayê de.