Piştî ku droneke Rûsyayê li nêzîkî sînorê Ukrayna û Polonyayê li trênekê da, hevalbendên Ukraynayê soz da ku ewê piştgirîya Kîevê berdewam bikin û ewlekarîya herêmê xurttir bikin.
Ev êrîş roja Yekşemê li ser stasyona qatarê çêbû, ku tenê du kîlometreyan dûrî sînorê Polonyayê ye. Kompanîya qataran a Ukraynayê got ku di qatarê de çend karbidest û şêwirmendên ewlekarîyê yên Ewropî hebûn.
Di nav wan de Serokwezîrê berê yê Brîtanyayê Boris Johnson û Serokwezîrê berê yê Swêdê Carl Bildt jî hebûn. Wan tenê çend xulek berê êrîşê ji wir bi rê ketibûn. Di vê bûyerê de ti kes birîndar nebû.
Sekreterê Giştî yê NATO’yê Mark Rutte îro Duşemê li Brukselê got ku Rûsyayê bi êrîşên nêzîkî axa NATO’yê dixwaze tirsê belav bike da ku piştgirîya welatên Rojava ya ji bo Ukraynayê xira bike.
Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtîya Ewropa Kaja Kallas got ku divê welatên Rojava ji piştgirîya Ukraynayê netirsin û nîşan bidin ku ew ligel gelê Ukranayê ne.
Karbidestên Polonyayê herwiha ragihand ku ewê sînorên xwe yên bi Ukraynayê re xurttir bikin. Ev biryar di demekê de tê ku hewildanên dîplomatîk ên Amerîkayê ji bo dawîanîna li şer berdewam dikin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku divê Serokê Ukranayê Volodymyr Zelenskyy êrîşên li ser bingehên sotemenîyê yên Rûsyayê rawestîne. Wî eşkere kir ku lêdana cihê neftê ya Rûsyayê "ziyanê dide cîhanê."
Serok Trump herwiha hefteya borî bi telefonê bi Serokê Rûsyayê Vladamir Putin re peyivî. Piştî wê, wî ji rojnamevanan re got ku Putîn "dixwaze peymanekê çêbike."