Polîsên Ukraynî û Xwepêşandêr Ketin Nav Pevçûnan

Polîsên Ukraynî û xwepêşandanên dijî hikûmetê li paytaxt Kîev ketin nav pevçûnan. Hewlên polîsan didomin ku bizavkaran ji avahîya hikûmetê dûr bexin.

Raportên ku ji Kîev tên radigihînin ku xwenîşanderan bi xortumên avê şerî polîsan kirin.

Pevçûnên îro qewimîn, çend seet piştî ku bi sedan polîsan demeke zûtir ya îro êrîşî navenda xwepêşanderan li Kîev kir.

Wezareta Derve ya Amerîka jî daxuyanîyek belav kir û nerazîbna xwe li hember kiryarên polîsên Ukraynî dîyar kir.

Wezîrê Derve Kerry bang li karbidestên Ukraynî kir ku rêz li mafên deokratîk û rûmeta mirovan nîşan bidin