Ukrayna Dibêje Hêzên Wê li 37 Dronên Rûsî Xistine

Berdevikê Hêzên Esmanî yên Ukrayna Yuriy Ihnat îro Duşemê da zanîn ku wan ji do Yekşemê vir ve 37 dron xistine.

Ihnat dîyar kir ku ew 37 dron ji wan 85 ji sedê dronan in bo êrîşan hatine xebitandin.

Wî da zanîn ku ew hejmar niha bo wan baş e û got ku ewê di rojên pêş de wê hejmarê bilindtir bikin.

Karbidestê Ukraynî dîyar ku temamê dronan ji başûr ketine welêt.

Rûsya di demên dawî de pirtir êrîşên dronî li dar dixe.

Ukrayn dibêje ku ew dron berhemên Îranê ne, lê Tehran wan îdiayan red dike.