Ukrayna Dibêje Hêzên Wê Pirtir ji 300 Dronên Çêkirina Îranê Xistine

Berdevikê Hêzên Esmanî yên Ukrayna Yuriy Ihnat ragihand ku wan heta pirtir ji 300 dronên Îranî xistine.

Ihnat da zanîn ku ew cureya dronên Îranê, Şahed-136 in.

Rûsya di demên dawî de bi dronan êrîşan dibe ser bajarên Ukrayna û bi taybetî zararê dide binesazîyan.

Karbidestên Îranî didin zanîn ku wan heta niha ti dron nedaye Rûsya.

Ew karbidest dibêjin ku medyayên welatên Rojavayî li ser îdiayên bêbingeh wan nûçeyên derbarê dronan belav dikin.