Serfermandarîya Giştî ya Ukrayna îro sibeha Sêşemê ragihand ku Rûsya hêzên xwe jinûve kom dike û bo jinuve êrîşkirina ser herema Donbasê amadekarîyê dike.
Serfermandarîyê di nûvekirineke ser rûpela xwe ya Facebookê de wiha got:
"Rûsya armanc ew e ku ser herêmên Donetsk û Luhanskê kontrola tam ava bike."
Serfermandarîyê hevdem da zanîn ku li herêmên Donetsk û Luhanskê, artêşa Rûsya li ser kontrolkirina bajarên Popasna, Rubizhne û ya ser Mariupolê disekine.
Wê got ku bajar û warên din yên her du herêman di bin topbarana berdewam ya Rûsan de ne.
Hêzên Rûsî dorpeçkirina xwe ya Kharkivê jî didomînin, li gor serfermandarî ya giştî ya Ukrayna.