Almanya Dibêje Pirtir ji 330 Hezar Ukraynî Hatine Welêt

Dîmeneke sivîlên ku jiber êrîşa Rûsya ji Ukrayna direvin.

Karbidestên Almanî dibêjin ku heta niha zêdetirî 330 hezar penaber ji Ukrayna derbazî Almanya bûne.

Wezareta Navxweyî ya Almanya îro Sêşemê ragihand ku polîsên federal yên Alman 335.578 Ukraynî yên hatine welêt, tomar kirine; ji dema êrîşa Rûsya ya li Ukrayna ji 24'ê Sibatê ya destpêkirina şer ye û vir ve.

Lê, karbidestên Almanî dîyar dikin ku hejmara rastîn ya penaberên Ukraynî yên li Almanya dibe ku zêdetir be; jiber ku ser sînorê rojhilata Almanya ti kontrolên tund tunene û hemwelatîyên Ukraynî dikarin heta 90 rojan bê vîze li welatên YE bimînin.

Karbidest hevdem dibêjin ku hejmareke nedîyar ya penaberên Ukraynî jî derbazî welatên din yên Ewrupî bûne.