Civata Ewlekarîyê Îro Wê Êrîşên Îsraîlê yên Ser Îranê Gotûbêj Bike

Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî li ber e îro Duşemê jibo gotûbêjkirina rewşa Rojhilata Navîn ya piştî êrîşên tolhilder yên Îsraîlê yên dijî Îranê civîneke awarte li dar bixe.

Seroktîya demkî ya Civata Ewlekarîyî, Swîsreyê ragihand ku Îranê bi piştgirîya Cezayîr, Çîn û Rûsyayê daxwaza kombûnê kirîye.

"Kiryarên rejîma Îsraîlê jibo aştî û ewlehîya navnetewî gefan çêdike û aramîya herêmî ya ji berê de nazik, hin aloztir dike,” Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Araqçî roja Şemîyê di nameyekê de ji Civata Ewlekarî ya 15 endamî re gotibû.

Êrîşên Îsraîlê yên ser Îranê ji sê pêlên êrîşên esmanî yên ser kargehên muşekî pêk hatibûn û wek bersîvdana êrîşên Îranê yên bi 200 muşekên balîstîk hatibûn encamdan.

Rêberê olî yê Îranê Ayetullah Elî Xameneyî roja Yekşemê gotibû ku divê karbidestên Îranî dîyar bikin ku ewê hêza Îranê çawa bi awayê herî baş ji Îsraîlê re nîşan bidin.

Xameneyî gotibû ku divê êrîşên Îsraîlî ne werin sivikdîtin, ne jî werin mezin kirin.

Serokwezîrê Îsraîlî Benjamin Netanyahu jî do Yekşemê gotibû ku êrîşên wan giheştin armancên xwe û Îsraîlê zarar dane kanînên berevanî yên Îranê û hêza wê ya çêkirina muşekan.

Berîya civîna îro Duşemê ya Civata Ewlekarîyê, hikûmeta Îraqê gilînameyek pêşkêşî Neteweyên Yekbûyî kir ku Îsraîlê di êrîşên dijî Îranê de bê destûr qada wê ya esmanî bi kar anî.

Berdevkekî hikûmeta Îraqê got ku nameya wan binpêkirina Îsraîlê ya serwerîya Îraqê û qada wê ya esmanî şermezar dike.

Jêder: VOA