Rêberên Cîhanê li New York Kom Dibin

Bajêrê New York.

Rêberên cîhanê ber bi bajêrê New York diçin bo beşdarîkirin li kombûna Civata Giştî ya Neteweyên Yekgirtî.

Pitir ji 100 rêberên welatan vê heftîyê li New York kom dibin jibo encamdana gotûbêjan li ser pirsên wek xwarin, nexweşiyên vegir, hişkatî, parastina navokî, paşeroja Lîbyayê û dewletbûna Felestînê.

Serokê Felestînî Mehmûd Abbas li heftiya bihûrî ragihand ku ew dokumentên dewletbûna felestînî pêşkeşî Civata Tenahî ya Neteweyên Yekgirtî dike.

Hikûmeta Amerîkî û Îsraîl dijatiya dewletbûna Felestînê dikin.