Guterres Nîgeranîya Xwe Ji ber Tundûtûjîya Dijî Xwepêşanderên Îranê Nîşan Dide

Sekreterê Giştî yê NY António Guterres

Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî, ji ber raportên tundûtûjî û bikaranîna zêde ya hêzê li dijî xwepêşanderan li Îranê nîgeranîya xwe nîşan da, bang li rayedarên Komara Îslamî ya Îranê kir ku xwe ragirin û di zûtirîn dem de xizmetên înternet û ragihandina onlayîn vegerînin.

Li gorî peyvdarê Antonio Guterres, Sekreterê Giştî yê NY tekez kiriye ku divê hemû welatîyên Îranê bikaribin gazindên xwe bi awayekî aştîyane û bê tirs bînin ziman, û divê mafên wan ên bingehîn, di nav de azadîya derbirînê, xwepêşandan û civînên girseyî ên aştîyane, li gorî qanûnên navneteweyî werin rêzgirtin.

Li gorî daxuyanîyê, Sekreterê Giştî yê NY bang li rayedarên Îranê kir ku xwe ji bikaranîna hêza zêde an ya nehevseng dûr bigirin û herwiha lezê bikin ku torên îneternêt û alavên peywendiyên giştî yên azad ji bo welatîyan misoger bikin, di nav de vegerandina ragihandinê.

Ev helwest di demekê de tê ku torên înternêt û telefonên mobîl li Îranê ji êvara roja 8’ê Çile ve hatine qutkirin, û her ku alozî belav dibe, welatî ku xwe bigihînin agahîyan pir zehmet bûye, dewletê bi tundî pêzanînên ser bûyer û xwepêşandanan sînordar kirine.

Di van xwepêşandanan de, gelek kesan jiyana xwe ji dest dane û gelek kes jî birîndar bûne.