Guterres Banga Rawestandina Şer li Rojhilata Navîn Dike

Antonio Guterres

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres roja Sêşemê diyar kir ku ew ji ber zêdebûna tundûtûjiya nû li Rojhilata Navîn "pir nîgeran" e.

Guterres bang li hemû alîyên peywendîdar kir ji bo çareserîyên dîplomatîk bixebitin da ku aştî û ewlekarîya herêmî û navneteweyî pêşve bibin.

Karbidestê NY li ser platforma X'ê got: "Divê hemû êrîş rawestin. Divê bi tevahî pabendbûna bi peymanên agirbestê li Libnan, Îran û Xeze were kirin."

Wî got: "Ez ji biryara Îsraîlê ya girtina derîyên derbasbûnê yên ber bi Xezeyê ve pir nîgeran im. Divê hemû xalên derbasbûnê ji nû ve werin vekirin."

Sekreterê Giştî yê NY herwiha diyar kir ku "Divê her kes erkên xwe yên di bin qanûnên navneteweyî de bicîh bîne û hemû gavên pêwîst werbigire da ku sivîlan biparêze."

Guterres tekez kir ku ji bo nakokîyên li Rojhilata Navîn çareserîyeke leşkerî tune ye. wî da zanîn ku tenê rêya pêşveçûnê diyalog û danûstandin e.