NY Hilbijartina Serokomarê Nû yê Îraqê Pîroz Dike

Nizar Amêdî Serokomarê Îraqê yê Nû Hilbijartî

Neteweyên Yekbûyî(NY) îro Yekşemê di dauxuyanîyekê de hilbijartina rêzdar Nîzar Amêdî wek serokomarê Îraqê pîroz kir û serkeftin ji wî re xwest.

Parlamenta Îraqê doh Şemîyê Nizar Amêdî wek serokê nû yê welêt hilbijart.

Di rûniştina parlamentê de, berbijarê Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di gera yekem de 208 deng û di gera duyem de jî piranîya mezin a nêzîkî 90% bidest xist.

NY di daxuyanîya xwe ya ku li ser platforma X’ê jî belav kir de got,”Malbata Neteweyên Yekbûyî li Îraqê pîrozbahiyên xwe yên germ ji bo hilbijartina birêz Nizar Amêdî wek serokê Komara Îraqê dişîne û di erka wî de serkeftinê dixwaze.”

NY anî ziman ku ew “hilbijartina serokomarê nû yê Îraqê ji alîyê Encûmena Nûneran ve pêşwazî dike û wê wekî gavek girîng ber bi avakirina hikûmeteke nû piştî hilbijartinên parlemanî yên 11'ê Mijdara 2025'an, li gorî dem û bendên destûrî dibîne. Ev pêşketin nîşaneya qonaxeke girîng e di parastina rêziknameya destûrî û xurtkirina pêvajoya demokratîk a welêt de.”

“Neteweyên Yekbûyî her wiha dixwaze spasiya xwe ya dilsoz ji bo birêz serokê berê Dr. Abdullatîf Cemal Reşîd ji bo piştgiriya wî ya hêja ji bo xebata Neteweyên Yekbûyî li Îraqê, û ji bo beşdarîyên wî di xurtkirina hevkarîyê û pêşvebirina pêşînîyên neteweyî de diyar bike. Em baştirîn hêvîyên xwe ji hewildanên wî yên pêşerojê re dişînin,” NY got.

Neteweyên Yekbûyî di daxuyanîya xwe de her wiha “piştgiriya xwe ya berdewam ji bo hewildanên xurtkirina seqamgîrîyê, pêşvebirina hikumranîya berfireh, û parastina armancên demokratîk ên gelê Îraqê dubare dike.”