UNHCR: Me Alîkarî Gihandîye Kobanîyê

Arşîv: Alayê NY(UN) li Sûrîyê

Saziya Neteweyên Yekbûyî ya taybet bi alîkarîya koçberan (UNHCR), ragihand ku wan alîkarî gihandiye bajarê Kobanîyê.

UNHCR îro Sêşemê ragihand ku 14 barhilgirên alîkarîyan, di nav de xwarin û pêdivîyên serekî, gihandine Kobanîyê.

Rêxistina navnetewî da zanîn ku wan ew alîkarî daye sivîlên ku ziyan ji nakokîyên vê dawîyê li bakurê Sûrîyê dîtine.

Çavdêrîya Sûrî bo Mafên Mirov (SOHR) jî ragihand ku karwenekî alîkarîyan yê Neteweyên Yekbûyî gihiştîye Hesekê.

Karwanekê alîkarîyên mirovî yê NY ku ji 30 barhilgiran pêk dihat û tijî xwarin û pêdivîyên bingehîn yên jiyanê bûn, gihîşt bajarê Hesekê. Karwan piştî ku ji Şamê ber bi Reqayê ve çû, karîbû bigihêje Hesekê û Kobanê, SOHR got.

Çavkanîyekî ji nav bajarê Kobanîyê îro Sêşemê ji Dengê Amerîka re got ku Xaça Sor ya Navnetewî 4 barhilgirên tijî alîkarîyên lezgîn weke derman û nivîn ji Helebê derbasî Kobanîyê kirin.

Çavkanîyê got ku kamyonên alîkarîyê yên NY ev du roj in xwe digihînin Kobanîyê û alîkarîyên weke nan, şîrê zarokan, nivîn û dermanan digihînin xelkê pêdivî li bajêr.

“Alîakrîyên ku sazîyên navnetewî yên weke NY, Xaça Sor ya Navnetewî alîkariyên bi rêka Heyva Sor ya Kurd û Dezghea Xêrxwazî ya Barzanî dema digihin herêmê radestî sazîyên sivîl yên li herêmê tên kirin, ji bo li xelkê pêdivî werin dabeşkirin,” çavakanî got.

Ev alîkarî di demekê krîtîk de ji bo sivîlên herêmê tê, ku ji ber zêdebûna êrîşên leşkerî yên hêzên hikûmeta demkî ya Sûrîyê û hevalbendên wan.

Hêzên hikûmeta demkî ya Sûrî û Hêzên Sûrîya Demokrat bi binpêkirina agirbestê hevdu tawanbar dikin, ev di demekê de ye ku hejmara derbideran li Hesekê û Kobanîyê ji ber pevçûnan zêde dibe.