Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya 81'emîn rûniştinê îro Sêşemê, 22ê Îlonê, di asteke bilind de ya gotûbêjên derbarê mijarên giştî û sereke li cîhanê li New Yorkê dest pê dike.
Nêzîkî 130 serok û rêberên welatan tên çaverêkirin ku bi şexsî beşdar bibin, di nav de serok û serokwezîrên gelek hêzên sereke yên cîhanê.
Mijara sereke ya vê rûniştinê ev e: “Bawerîyê vegerînin, guherînê bicih bikin: Neteweyên Yekbûyî ku ji bo hemûyan kar dike.”
Kî dê beşdar bibe?
Li gor agahîyên Neteweyên Yekbûyî ragihandine, serokên dewlet û hikûmetan û nûnerên asta bilind ji 193 welatên endam dê di civînên giştî de biaxivin. Di nav wan de Serokê Amerîkayê Donald Trump, Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy, Serokê Îranê Mesûd Pizîşkîyan, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, û Serokê Fransayê Emmanuel Macron.
81st United Nations General Assembly at UN headquarters in New York City
Serokê Çînê Xi Jinping dê li New Yorkê amade nebe. Li gor raportan, ew dê li Washingtonê bi Trump re hevdîtinê bike.
Ji bo Yekîtîya Ewropayê, Antonio Costa, serokê Encumena Ewropayê, dê di 24ê Îlonê de li ser navê YE li Civata Giştî biaxive.
Krîza Rojhilata Navîn li Pêş e
Yek ji mijarên herî girîng pevçûn û ewlehiya li Rojhilata Navîn e. Li gorî nîqaşên ku berî civatê hatine ragihandin, rewşa herêmê, şer, krîzên mirovahî û pêdiviya ji bo çareseriyên dîplomatîk dê di nav axaftinên serokên cîhanê de cihekî girîng bigirin.
Bi taybet girjîyên ku Îran û alîgirên wê li herême derdixe dê sîberê li civînên giştî bike, bi taybet krîza enrejîyê ku Îran û Hûsiyên yemenê li Tengava Hormuzê û Bab el-Mendeb pirsgirêkan derdixin.
Ukrayna û Ewlehiya Navneteweyî
Şerê Ukraynayê jî di nav mijarên sereke de ye. Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy berî civîn bi fermî destpê bikin di New Yorkê Serokê Amerîkayê Donald Trump re rûnişt.
81st United Nations General Assembly at UN headquarters in New York City
Tê çaverêkirin ku Zelenskyy bi serok û nûnerên welatan re hevdîtinan bike û li ser şer û ewlehiya Ewropayê û êrîşên Rûsyayê bo ser welatê wî biaxive. Pirsgirêka şerê Ukraynayê di çarçoveya gotûbêjên li ser aştiyê û ewlehiya navneteweyî de dê berdewam be.
Bernameya Navokî yê Îranê
Îran jî di nav mijarên hestiyar ên civatê de ye. Serokê Îranê Mesûd Pizîşkiyan dê di nîqaşa giştî de axive û li New Yorkê bi nûner û serokên welatan re hevdîtinên dîplomatîk bike.
Rewşa bernameya navokî ya Îranê û ewlehiya li Rojhilata Navîn dê di nîqaşan de cihekî girîng bigire.
Guhertina Keşûhewayê û Asta Deryayê
Guhertina keşûhewayê, seqaya gerdunê û parastina jîngehê jî yek ji mijarên girîng ên civînên civata giştî ya Netewên Yekbûyî ye.
Di 23'ê Îlonê de civînek asta bilind li ser rewşa avhewayê û rêyên çareserîya guherîna seqayê dê bê lidarxistin.
Di 24'ê Îlonê de jî serokên welatan dê li ser xetera bilindbûna asta deryayê rawestin, ku ji bo giravên biçûk û deverên nizm ên beravê girîng e, ku li gelek cih û deveran li cîhanê bilindbûna asta ava derayê dibe metirsî li ser jiyan kesan û jîngehê.
AI û Teknolojîyên Nû
Hişmendîya Çêkirî (AI) û teknolojiyên nû jî di nav mijarên vê hefteyê de ne. Li gel ewlehiyê, avhewayê û pêşketinê, rêkxistina teknolojiyên nû û bandora wan li ser civak û aboriya cîhanê dê di gotar û gotûbêjên serokên cîhanê de cih bigire.
Pêşketin, Tenduristî û Armancên 2030
Neteweyên Yekbûyî herwiha dê li ser Armancên Pêşketina Berdewam (SDGs), xizaniyê, birçîbûnê, tenduristiyê û pêşketina berdewam raweste. Civînek taybet li ser pêşketina van armancan jî di bernameya hefteyê de heye.
Di 25ê Îlonê de jî di civînek asta bilind de li ser pêşîlêgirtina weba, pandemiyan û amadekariya ji bo pêşerojê dê bihê lidarxistin.
Nûjenkirina Neteweyên Yekbûyî
Rûniştina 81emîn di demekê de tê lidarxistin ku Neteweyên Yekbûyî bi pirsgirêkên mezin ên navneteweyî re rû bi rû ye. Mijara vê salê balê dikişîne ser ‘vegerrandina baweriyê di hevkariya navneteweyî de’ û li ser çawaniya nûkirina rêxistinê û vê saziya navnetewî da ku bikaribe bersivê bide krîzên heyî û yên nû.
United Nations Trump Mamdani
Dewreya 81an ji 8ê Îlona 2026an ve dest bi amadekarî û pêşwazîyan kiriye û hefteya civînên Civata Giştî ku di asta bilind de ne, roja Sêşemê 22ê Îlonê heta 28ê Îlonê dê werin berdewam kirin.
Gelek pêzanînîn ji van Çavkanîyan hatine wergirtin: UN, Reuters, AP