NY Bang li Sûrîyê Dike ku Ewlekarîya Xwendekarên Suweydayê Misoger Bike

Nûnertîya Neteweyên Yekbûyî (NY) li Sûrîyê pêşwazî li biryara hikûmeta demkî kir derbarê pêkanîna ezmûnên taybet ji bo xwendekarên parêzgeha Suweydayê, di demekê de ku ew bang li Şamê dike ku ewlekarîya xwendekaran misoger bike.

Hefteya borî, Serokê demkî yê Sûrîyê Ehmed el-Seri' Fermaneke Serokatîyê da, tê de rê dide xwendekarên qonaxên seretayî û amadeyî ku ji parêzgeha Suweydayê ku beşdarî ezmûnên taybet bibin da ku xwenda xwe biqedînin.

Ezmûnên taybet ên girêdayî xwendekarên Suweydayê îro Şemîyê pêk hatin. Lê NY gotibû ku ew derbarê pêşketinên li parêzgeha ku piranîya rûniştvanên wê Durzî ne, xembar e. Hinek raport dibêjin ku xwendekar rastî astengîyan li navendên ezmûnan hatine.

Di daxuyanîya xwe de, NY got ku ew "dupat dike ku mafê her zarokekî heye ku perwerdeyê bibîne û divê karibe fêr bibe, pêş bikeve û ezmûnên xwe di jîngeheke ewle, aram û piştgir de bike."

NY bang li hemû alîyên peywendîdar kir ku piştrast bikin piştgirîya zarokan bikin da ku mafê xwe yê perwerdeyê bikar bînin.

Ji dema şer û pevçûnên Tîrmeha sala borî ve di navbera hêzên hikûmeta demkî û ên Durzîyan de, gelek alozîyên ewlekarî derketine holê, di nav de jî yên girêdayî ewlekarîya xwendekarên parêzgehê.