UNCHR Ser Encamên Wêranker yên Êrîşa Rûsya Dijî Ukraynayê Hişyarî Dide

Filippo Grandi, Komîserê Bilind yê Ajansa Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî (UNHCR)

Berpirsê Ajansa Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) îro Pencşemê ser "encamên wêranker" yên gava leşkerî ya Rûsyayê li Ukraynayê da.

Filippo Grandi, Komîserê Bilind yê UNCHR bang li welatên cîran yên Ukraynayê kir ku sînorên xwe ji kesên ku ji şer direvin vekirî bihêlin.

Grandi bal kişand ser rewşa sivîlan ku dest bi terikandina malên xwe kirine da ku li ewlehîyê bigerin.

Wî da zanîn ku UNHCR operasyon û kapasîteya xwe ya li Ukrayna û welatên cîran zêde kiriye, lê pirtir hûrgulî neda.