UNHCR: Krîza Rojhilata Navîn Bandorê li Alîkarîyên bo Herêmên Din jî Dike

Sazîya Neteweyên Yekbûyî ya taybet bi alîkarîya koçberan (UNHCR) got ku krîza Rojhilata Navîn bandoreke mezin li hemû cîhanê kiriye.

Ji ber şerê Rojhilata Navîn, UNHCR dibêje ku şandina alîkarîyan li seranserê cîhanê giran û zehmet bûye. Rêxistina navnetewî niha plansazîyên nû çêdike da ku alîkarî bigihêjin kesên hewcedar.

Di daxuyanîyekê de ku îro Înê belav bû, UNHCR eşkere kir ku şer û alozîyan rêyên deryayî yên keştîyan girtine, ji ber vê yekê nirxê xwarin û petrolê bilind bûye û alîkarî dereng digihêjin penaberan.

UNHCR ragihand ku ew niha alîkarîyê bi keştîyan naşîne. Li şûna wê, ew bi rêkên bejahî di nav Tirkîye, Dubey û herêmê re dişînin.

Lê ji ber ku êdî bêtir rêyên bejahî tên bikaranîn, kamyon kêm bûne û buhayê veguhestina li ser erdê jî zêde bûye. Herwiha, gihandina kelûpelên pêwîst dereng dikeve û buhayê barkirinê bi rêjeya 18% zêde bûye. Wekî mînak, tiştên ku berê 900 hezar dolarî diçûn Sûdan û Çadê, niha bi nêzîkî 2 mîlyon dolarî diçin, li gor daxuyanîya UNHCR.

Li Kenyayê petrol giran bûye û alîkarî dereng digihêje welatên derdorê. Li Sûdanê, buhayê alîkarîyê gelekî zêde bûye. Keştî bi rêyên pir dûr diçin û ev dibe sedem ku alîkarî nêzîkî mehekê dereng bikevin.

Tevî şer û pirsgirêkan, UNHCR dibêje ew alîkarîya mirovahî berdewam dike. Li heft welatên cuda embarên UNHCR ên mezin hene û dikarin zû alîkarîya yek mîlyon mirovî bikin. Di van embaran de bi qasî 130 mîlyon dolarî xwarin û tiştên pêwîst hene ku ji bo koçberan amade kirine.

UNHCR tekez kir ku eger ev alozîyên li Rojhilata Navîn bidawî nebin, şandina alîkarîyan dê hîn giran bibe û dereng bikeve. Ev jî dê bibe sedem ku rewşa bi milyonan koçber û penaberan xirabtir bibe.