Ajansa penaberan ya Neteweyên Yekbûyî îro Duşemê ragihand ku pirtir ji 500,000 kes, ji despêbûna dagirkirina Rûsya vir ve ji Ukraynayê revîne.
More than 500,000 refugees have now fled from Ukraine into neighbouring countries.
— Filippo Grandi (@FilippoGrandi) February 28, 2022
Berpirsê Komîserîya Bilind ya Penaberan ya NY Filippo Grandi ew agahî ji ser Twitterê belav kir.
Berdevka UNHCR Shabia Mantoo jî ragihand ku heta niha 281 hezar kes ketine nav axa Polandê û ew hejmara bi berdewamî zêde dibe.
Mantoo da zanîn ku pirtir ji 84,500 Ukraynî çûne Macaristanê, dora 36,400 Moldova, ji 32,500 zêdetir kes Romanya û nêzî 30 hezar kes jî çûne Slovokya.
Wê dîyar kir ku kesên mayîn jî xwe sipastine li welatên ku ne dîyar in.