Civata Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) roja Sêşemê êrîşa li dijî navenda navokî ya Beraka li Mîrgehên Ereb ên Yekbûyî (Îmarat) şermezar kir.
Li gorî daxuyanîyekê, Civata Ewlekarîyê got ku wê êrîşê yasaya navnetewî binpê kiriye.
Civatê ti alî wekî berpirsê wê êrîşê binav nekir. Îmaratê hefteya borî got ku şeş dronên ji Îraqê ber bi welatê Kendavî hatin avêtin û yek ji wan bû sedema ku agir bi navenda navokî bikeve.
Li Îraqê, mîlîşyayên ser bi Îranê ve di dema şerê Amerîka û Îsraîlê ligel Îranê êrîş birine ser gelek cih û bingehan li Îraq û welatên herêmê.