Urdun Pênc Welatiyên Sûrî bi Teqîna Sala Borî Tawanbar Dike

Kampa penaberên Sûrî li Urdunê

Dadgeha ewlekariya dewleta Urdunê pênc welatiyên Sûrî tawanbarkirin bi alîkariya çekdarên Daişê di teqîna otombêlekê ya sala par de ku, ji encama bûyerê, sînorê Urdunê ligel Sûriyê hat bû girtin.

Dadgehê îro Duşemê cezayê sêdarekirinê da yekî ji wan 5 tawanbaran, zindana hetahetayê da sê kesan û yê pêncan bi du sal zindan hate cezakirin.

Êrîş li kampa sînorî ya Rukban ya kesên bêşûnwar yên Sûrî pêk hat, heft nobedarên sînorî hat bûn kuştin û Urdunê sînorê xwe li gel Sûriyê girt bû.

Dadwer Mihemed Efîf dibêje, tawabaran agahî li dor bingehên leşkerî yên Urdunê ji bo Daişê komkirbûn.

Wî got çar ji wan li xwe mukur hatin ku wan pare ji Daişê wergirtin. Dadwer dibêje, tawanbarê ku bi sêdarekirinê hat cezakirin, wî bi telefona xwe vîdyoya êrîşê girtibû û dabû Daişê.