Li Amerîka Pîrozbahîyên 4'ê Tîrmehê Didomin

Wêneyek ji pîrozbahîyek 4'ê Tîrmehê li Washington DC. (4ê Tîrmeha 2025an)

Pîrozbahîyên 4'ê Tîrmehê, ji bo salvegera 250'emîn ya serxwebûna Amerîkayê li Washingtona paytext û seranserê welêt bi gelek ahengên rengîn berdewam dikin.

Washington hertim mêvandarîya pîrozbahîyên herî mezin yên 4'ê Tîrmehê dike, lê tê çaverê kirin ku pîrozbahîyên îsal wê hemû salên berê di sîya xwe de bihêlin.

Pîrozbahîyên cûrbecûr yên ku bi hefteyan li Washington didomin wê îşev bi pêşandaneke lîstikên agirî ya bêhempa û gotareke Serok Donald Trump bi dawî bibin.

Her sal pêşandana lîstikên agirî ya ji bo 4’ê Tîrmehê li Qada Niştîmanî (National Mall) 17 deqîqeyî didomîya û navbera 17-20 hezar gule ber bi esman ve dihatin avêtin.

Di destpêka vê mehê de Serok Donald Trump jibo salvegera 250'emîn ya serxwebûna Amerîkayê planên xwe yên ser pêşandaneke hîn mezintir ragihand.

"Ezê li vir li paytexta welatê me, pêşandana herî mezin ya lîstikên agirî ya di dîrokê de pêk bînîm," wî got.

Loma Serok Trump Freedom 250, tîmeke peywirê ya Koşka Sipî û hevkarîya giştî-taybet ku pîrozbahiyên 250-emîn salvegera neteweyê rêxîstin dikin, damezrand.

Projeya Freedom 250 dibêje ku îsal wê pêşandana lîstikên agirî bi karanîna 850 hezar fîşekan 40 deqîqeyan berdewam bike

Bi sed hezaran lîstikên agirî wê dî seat 10.30’î şevê ji 10 cîhan, tevî jî National Mall heta West Potomac Park, ku di nav de heşt keştîyên li Çemê Potomac jî, werin avêtin.

Herwiha dî 7’ê êvarê de jî çalakîyekê ku Trump mîna "MEŞA TRUMP YA herî balkêş" bi nav dike wê pêk were.

Di Meşê de wê Orkestraya Hêzên Çekdar yên Hevbeş pêşadeneke bikin û wê firokeyên leşkerî li ser meêe bifirin.

Ev meş beşek ji bernameya "Pêşengeha Eyaletên Mezin ya Amerîkî" ye, festîvalek 16-rojî ku beşek mezin ji pîrozbahiyên salvegera 250’an a ku ji hêla Trump ve hatibu ragihandin.

Hevdem Tîma Washington Nationals lîstika xwe ya kevneşopî ya “Sibeha Çarê Tîrmehê ya” dilîze ku îsal wê bi tîmaPittsburgh Pirates re rûbirû dibin.

Li NewYork’ê jî di çarçoweya pîrozbahîyên 4’ê Tîrmeh’ de pêşedanek keştîyan tê darxistin. Fîloyek navneteweyî ya ku jî 20 ji 40 keştîyan pêk tê, ji Pira Verrazzano-Narrows ber bi Pira George Washington ve li ser Çemê Hudsonê ve pêsan ji 40 keştîyan pêk tê, ji Pira Verrazzano-Narrows ber bi Pira George Washington ve li ser Çemê Hudsonê bikin.