Amerîka îro Sêşemê ragihand ku Talîbana Afganistanê, lêkolerê Amerîkayî Dennis Coyle piştî zêdetirî salekê di girtîgehê de azad kir.
Ev gava Afganistanê tê du hefteyan piştî ku Amerîka ew welat wekî piştgira girtina neqanûnî destnîşan kir.
Talîbanê Coyle yê 64 salî di Çileya 2025'an de bê sûc girtibû.
Daxuyanîyeke Wezareta Derve ya Afganistanê got ku diya Coyle nameyek şandibû û daxwaza azadkirina wî kiribû, û Dadgeha Bilind a Afganistanê jî dema girtina wî wekî dema cezayê hejmart.
Wezîrê Derve yê Amerîka Marco Rubio di daxuyanîyekê de spasîya Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî (Îmarat) kir ji bo alîkarîya wê di rizgarkirina Coyle de. Wî herwiha spasîya Qeterê kir ji bo “piştgirî û parêzvanîya wê li ser girtina neqanûnî ya Amerîkîyan li Afganistanê.”
Rubio got: “Dibe ev gaveke erênî be ji alîyê Talîbanê ve, lê divê bêtir kar bê kirin.”
Wezîrê Derve herwiha diyar kir ku "Em hîn hewla vegera demûdest ya Mehmûd Hebîbî, Paul Overby û hemû Amerîkîyên din didin, ku bi neheqî hatine girtin. Divê Talîban dawî li kiryarên xwe yên dîplomasîya dîlkirinê bîne.”
Hebîbî sala 2022'an li nêzîkî Kabulê ligel 29 karmendan li nav kompanîya ku lê kar dikir hate girtin. Kesên din paşê hatibû azadkirin.
Overby jî di dema lêkolîna ji bo pirtûkekê de li herêma Xost a Afganistanê sala 2014'an winda bû.