Amerîka û Ermenistanê Rêkeftina Hevkarîya Stratejîk Îmze Dikin

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio û hevtayê wî yê Ermenistanê Ararat Mirzoyan îro Sêşemê rêkeftineke hevkarîya stratejîk li paytexta Ermenistanê Yerevanê îmze kir.

Herdu karbidestan herwiha rêkeftineke çarçoveyî li ser kanên şînber îmze kir. Ji bilî wê jî, rêkeftinek li ser hevkarîya ji bo avakirina korîdoreke tranzîtê ya 43 kîlomterî hate îmzekirin ku di başûrê Ermenistanê re derbas dibe û rêkeke rasterast dide Azerbeycanê ku xwe bigihîne devera Naxçevanê ya li nav axa Ermenistanê.

Serdana Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo Ermenistanê çend rojan berî hilbijartinên giştî li wî welatî hat.

Di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de, partîya Serokwezîr Nikol Paşînyan, Girêbesta Sivîl, ku dixwaze peywendîyên nêzîk ligel welatên Rojava ava bike, derdikeve hember hejmareke partîyên opozisyonê ku piranîya wan nêzîkî Rûsyayê ne.