Esmangerên NASA Geşteke Dîrokî li Dora Heyvê Bidawî Dikin

Ajansa Valahîyê ya Amerîkayê (NASA) bi awayekî serkeftî erka xwe ya geşta li dora heyvê bidawî kir.

Keştîya vahalîyê Orion Înê bi şev piştî geşteke 10 rojî li dora heyvê, bi serkeftin li nav Okyanosa Hêmin danî û tîma esmangeran bi selametî vegerîya erdê.

Çar esmangerên NASA'yê, wekî beşek ji erka Artemis II, di vê geşta wêneyên taybetmendîyên girîng ên jeolojîk kişandin û çavdêrîyên xwe tomar kirin. Asmanger dora 6,500 kîlometreyan dûrî rûyê heyvê bûn. Bi giştî Keştîya Valahîyê ya Orion bêtirî 400,000 kîlometreyan ji erdê dûr ketin.

Asmangerên Artemis II bûn yekem kes piştî zêdetirî 50 salan ku bigihêjin dora heyvê. Tîma Artemis II ji çar esmangeran pêk dihat: Sê Amerîkayî û yek Kanadayî.

Armanca serekî ya mîsyona Artemis II taqîkirina keştîya valahîyê Orion û sîstemên din bû, ji ber ku NASA armanc dike ku esmangeran sala 2028'an di geşteke berfireh de bişîne ser rûyê heyvê.