Berî Civîna ASEAN, Wezareta Derve ya Amerîkayê Çalakîyên Çînê Şermezar Dike

Wezareta Derve ya Amerîkayê çalakîyên Çînê li Deryaya Başûrê Çînê wekî "xeternak" binav kirin, piştî pevçûnekê di navbera parêzvanên deryayî yên Çînî û hêza deryayî ya Fîlîpînî de.

Berdevkê Wezaretê Tommy Pigott di daxuyanîyekê de got: “Ev cureyeke provokasyonan ku Çîn li dijî operasyonên deryayî yên qanûnî yên Fîlîpînê dimeşîne, cihê dilgiranîyê ye, û aştî û aramîya herêmî xirab dike, û bi awayekî rasterast dijî sozên dubare yên Çînê yên ji bo çareserkirina nakokîyan bi rêyên aştîyane ye.“

Ev daxuyanî hevdem ligel gihîştina Wezîrê Derve Marco Rubio bo paytexta Fîlîpînê Manîlayê îro Sêşemê bo beşdarbûna civînên wezîrên derve yên Komeleya Welatên Başûrê Rojhilatê Asyayê (ASEAN) hate belavkirin.

Tevlî ku Rubio niyaza xwe ya hevdîtina bi hevtayê xwe yê Çînî Wang Yi re piştrast nekir ku ew jî dê rojên Çarşem û Pêncşemê bête Manîlayê, lê wî daxuyakirin ku ew ji bo egera pêkanîna gotûbêjan vekirî ye.