Serokê Amerîka Donald Trump derbarê dorpêça deryayî ya Tengava Hormuzê got, bêyî xwesta Amerîka, tu keştî nikare ji tengavê derbas bibe.
Serok Trump di gotarekê de li New Yorkê got, “Piştî ku li dijî Îranê biserkevin, emê di demek nêzîk de Tengava Hormuzê wekî axa Amerîka nas bikin.”
Trump herwiha got, “Emê li ser dûrpêça deryayî ya Îranê berdewam bin û bêyî razîbûna me, ti keştî ji tengava Hormuz derbas nabe.”
Ev di demekê de ye ku roja berê Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent ragihand ku Amerîka niyaz heye ku jimarek gavên aborî yên tund yên bêhempa li dijî Îranê pavêje.
Serok Trump her dem rijdbû li ser vekirina lez û bêmerc ya Tengava Hormuzê ji bo keştîyên bazirganî.