Amerîka Rêdaneke Demkî Dide Gihîştina Petrola Rûsî

Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê rêdaneke giştî ya demkî bo 30 rojî da ji bo ku welatên herî hejar bikaribin bi awayekî demkî bigihêjin petrola Rûsyayê ya ku niha li deryayê asê maye.

Wezîrê Xezîneyê Scott Bessent li ser platforma X’ê got, “Ev rêdan dê nermbûneke zêdetir peyda bike, û em ê bi van welatan re bixebitin da ku li gorî hewcedarîyan, rêdanên taybet dabîn bikin.”

Bessent anî ziman ku “Ev Rêdana giştî dê bibe alîkar ku bazara xav a fîzîkî aram bibe û piştrast bike ku petrol digihêje welatên herî hejar ên enerjîyê.”

“Ew ê di heman demê de bibe alîkar ku dabînkirina heyî ber bi welatên ku herî zêde hewcedar ve were şandin, bi rêya kêmkirina şiyana Çînê ya embarkirina petrola erzankirî,” Bessent got.

Ev yek tê di demekê de ku alozî li Rojavayê Asyayê zêde bûne û cezayên berdewam ên li ser Rûsyayê di encama şerê li Ukraynayê hene.

Tê zanîn ku dorpêça Amerîkayê ya dijî rejîma Îranê li Tengava Hormuzê û berî wê jî girtina Tengavê ji alîyê rejîma Îranê ve bandoreke rasterast li aborîya cîhanê kiriye û li gelek welatan bihayên petrolê pir bilind bûne.