Roja Black Friday, anko roja Îna Reş, berê wekî kevneşopiyeke kirînê ya bêhempa ya Amerîkî dihat hesibandin, lê niha bûye diyardeyeke firotanê ya cîhanî ku tê de her sal, bi mîlyonan mişterî li sernserî cîhanê serdana navendên firotinê û froşgehên online dikin û ji daxistina mezin a nirxên kelûpelan sûdê werdigirin
Tevî ku Wîlayetên Yekbûyî yên Amerkayê dimîne wek navenda firotina Roja Black Friday, welatên din ên cîhanê jî kevneşopiyên xwe yên kirînê pêş xistine.
Li Çînê, wek mînak Singles’s Day, anku roja kesên ku hîn nezewicî ne yan bê hevjîn in, li dar dixe, ku yek ji mezintirîn bûyerên kirîna online a cîhanê ye.
Her ku werza kirînê ya pişûyê dest pê dike, firoşkar hêvî dikin ku Roja Black Friday lêçûnên mişterîyan zêde bikin. Lê bi kirîna online re ku her diçe awayê bazarê diguhere, pirs li ser siberoja firotina kevneşopî derdikevin pêş.
Firoşkar bi baldarî hejmarên firotanê dişopînin da ku tê bigihin ka mişterî çiqas amade ne xerc bikin, nemaze di demekê de ku enflasyon, rêjeyên faîzê û lêçûnên jiyanê yên zêde bandorê li budceyên malbatan dikin.
Ji bo gelek kesan, ev bûyer derfetekê pêşkêş dike ku kelûpelên elektronîk, cil, amûrên malê û diyariyên cejnê bi bihayên kêmkirî bikirin.
Roja Black Friday bûye taybetmendiyek sereke ya salnameya firotanê ya gerdûnî û serboreke sereke ya werza kirîn û cejnê.