Guhertina Navê Gola Ontario di nav Nakokîya Bacan a Amerîka û Kenedayê de

Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Pêncşemê fermanek îmze kir ku navê Gola Ontarioyê di karanîna federal a Wîlayetên Yekbûyî de wekî "Gola Amerîkayê" biguherîne, di demekê de ku aloziyên bazirganîyê yên di navbera Amerîka û Kenedayê de bilind bûne.

Li gor Fermanê, dê Wezareta Navxweyî û Lijneya Navên Cografîk a Amerîkayê, di nav 30 rojan de Sîstema Agahdarîya Navên Cografîk serwext bike û referansên federal ên ji bo Gola Ontarioyê rakin. Trump di axaftina xwe ya li Koşka Sipî got ku guhertin "di cih de derbasdar e."

Li gorî peyamek ji hêla Koşka Spî ve hatî şandin, rêveberê Lêkolîna Cîyolocîk a Amerîkayê roja Pêncşemê got ku ajansê ev nav li ser belgeyên xwe yên fermî yên elektronîkî bikar aniye, û materyalên çapkirî dê di rojên pêş de werin.

Trump got ku Keneda "demek dirêj e ku di warê bazirganîyê de me dixapîne" û "em Kenedayê bê sedem diparêzin."

"Em, di 15 salên dawî de, salane 60 milyar dolar winda dikin ji ber hilgirtina Kenedayê. Ji ber vê yekê, em êdî nikarin vê bikin. Em ji gelê Kenedayê hez dikin. Ez nafikirim ku nûnerên wan karekî guncaw dikin," wî got.

Wî her wiha got, "Ji ber vê yekê guhertina golê, Gola Amerîkayê, tiştek bû ku ez demeke dirêj e li ser difikirîm, bi rastî. Wekî ku hûn dizanin, me tiştek bi navê Kendava Meksîkayê girt, me ew guherand, û niha ew pir bi rêkûpêk Kendava Amerîkayê ye."

Nêzîkî 52% ji rûyê golê li Kenedayê ye û yê mayî jî li wîlayeta New Yorkê ye.

Walîya New Yorkê Kathy Hochul, ku Demokrat e, nivîsand ku wîlayeta wê dê navê nû bikar neyne.

Serokwezîrê Kenedayê Mark Carney got ku nav ji herdu welatan kevintir e.

Carney di daxuyanîyekê de got ku "Nav ji 400 salî zêdetir e, ji Konfederasyona Kenedayê û Danezana Serxwebûna Wîlayetên Yekbûyî yên Amerîkayê kevintir e."

"Em dizanin ku Amerîka tê guhertin. Têkilîyên wan ên bazirganî, polîtîkayên wan ên derve, manumentên wan ên niştimanî, û heta navên avên wan," Wî got.

Serowezîrê Kenedî anî ziman ku ew dê wekî Gola Ontarioyê bi nav bikin "berê, niha û her demê."

Fermana Trump piştî têkçûna danûstandinên bazirganî yên Amerîka û Kenedayê di roja Înê 21’ê Tebaxê de tê.

Amerîka roja Şemîyê 22’ê Tebaxê li ser 20 milyar dolarî bacên 50% li ser kelûpelên Kenedayê ferz kir, di nav de şerab, çîmento, şîr, alavên werzîşê û cil û bergan.

Trump roja Duşemê li ser Truth Social got ku di 1ê Çileya 2027an de, bacên li ser otomobîl, parçeyên otomobîlan û pola yên Kenedayê dê bigihêjin 50%.